xuşk û birayên delal û hêja
dema we xweşbe
careke din emê vegerin li diwana kîme ez ya mamostayê mezinî nemir cegerxwîn
Ev Ji MeTê Hew
Me tim dilorand , te ser xiste xew
Şîyar bûye lê nabêjî me :- tew
Hezar wek xanî , hacî û bêkes
Dilxweş nebûn em ne ez û ne ew
Li ser hev dîlî , perîşanî , êş
Bindest û girtî , bin dar , û bin bêş
Çavên me ziwa , li ser te digrîn
Lê ta îro jî gavek nedî pêş
Ketin riya me pir newel û erx
Çend care dijmin ji me rakir kerx
Her kes bû dijmin , heta gera çerx
Gazinde çibkin , ev ji me tê , hew
Em çendan rêber pir hosta û jîr
Me serguherî hev kirne ev bîr
Çend sal li ser hev ev hawar û qîr
Medxwest bibî şêr , lê tu bûyî kew
Hezar saline m gerdenxwar û mest
Tim çav şikestî , rebin dîl ûst
Dijmin box we xwest , mejî jeer xwest
Bo dijmin nîvişk , tenê bo me dew
Mexabin ê te ev çîya û şax
Ev bajar û gund , pez û rez û bax
Birîndarî lê tu qet nabê ax
Birçî û tazî tenê nabê new
Bê kêrî lewra bê dost û hevdem
Hezar salin ko dibazî her dem
Zor û lêdan û kuştin û setem
Ey kurê nayrî , bermayê pehlew
Dixwazî bibî xwedî nav û deng ?
Bi rûmet , serbest , bijî tu xweş reng
Ji destê dijmin xwe derxî bi ceng
Bijî bi paye , rûmet û hew – hew
Te dane dijmin ev qunax û xan
Dest hilnayênî , ji lew perîşan
Bin destê dijmin birçî û bê nan
Çi bêjim , sîh sal dibêm bi lew – lew
Zana , bîrewer , hozan û gernas
Cengawer û xurt , qareman , mêrxas
Zaza û bext û lor , aşît û bilbas
Li sînga tevan rakişandin kew
Rêça kalên me çend sal dane ser
Taristane bê rêzan û rêber
Di şevreşê de roj qet nayê der
Xwendina te roj , xebate pertew
Te rê berdayêe vaye rê wer , wer
Gewher perestî , welat tev gewher
Here şerê şêr , gêr bûye li ser
Azadî bi xwînê ye, te divê wer, te dive mew
Welat yareke pir xweş û dîdar
Li ser dinalin hezar evîndar
Li rast û li çep kuştî , birîndar
Malwêrane ê dosta wî bedew
Em Kurdê çiyane
Em kurdê çiyane ne ko em xelkê merîxin
Em şerger û mêrin , neko faşîstê munîxin
Gernas û çelengin , xwedî tarîx û bi dengin
Nê cergê neyaran , bixwe em xencer û mîxin
Wek bestem ne dibê bêne şikandin
Lê nayêne xwarin , ne wekî moz û petîxin
Bindestê neyarin , tenê pir dijmin û bê çek
Çavnêrê demê ne , bixwe wek zencîr û sîxin
Nerm nabî bi levê , dilê vî dijminê xwînxwar
Korfersen û napak , bixwe bê mix û mexîxin
Em çêliyê rustem û kurê deysem û şêrko
Nayêne veşartin , wekî rim em di selixîn
Rabin wekî mêran , bikevin lat û şikêran
Sed poşî li vî xin , û hezar poşî li wî xin
Destên xwe bidin hev , û bibin hevdemê azad
Gurzê me sere dijminê xwîxwar bi pelêxin
Em Azadî xwazin
Kurd û ereb bira ne em tev azadî xwazin
Millet divê serbestî , li her derî di bazin
Em dixwazin serbestî , bere bimrî zordestî
Tev karker û cotar em dijminê zordar
Bi dest top û tifingin ji cengê re li Karin
Weke şêr û pilingin , tev dijminê neyarin
Bi taktîk û bi rêzan emê herin Kurdistan ,
Sere dijmin bişkênin , ji Kurdistan derênin .
Em Evin
Çavên me sûnd xwarine ranazin
Bi nalîn û axîn , dil bi kul û devsazin
Aştîxwaz , azadîperes , dil xurtin
Li her der digerin , bi fir û perwazin
Serbestî armance , bi mêranî xwe danê
Ji sehpa natirsin , xweş diçin zindanê
Tev karker û cotar , bi tektîk û rist
Welatparêzin , xwe berdane meydanê
Rapêçayî , tev gernasin wek fît
Qelaş û mêrxasin , pirt û egît
Bindestî bikêrnayê , divên serbestî
Bi tektîk û zanane , hemi jîr û şît
Hatina welatê xwe nadin koledar
Rencberê miletin , ne rencberê maldar
Bindestî hew biker têdoza meye serbestî
Vê ristê naxwazin , îdî nabin em , bindar
Berjor dibezin hew vedgerin serber jêr
Şevên tar û reş bûne geş weke sitêr
Hilma serbestî kete pozê me , dijmin şikest
Paşve direvin , em pey dikevin wek piling û şêr
Roja me derket , îdî winda nakin carek rê
Rêça me raste , dernakevin carek jê
Girêdayî bi hevre sal û dem û çax û beng
Dema we va çû , dema me îdî vaye tê û tê
HERE ? HERE
Here , here , here , here . . . . .
Law here , keko here , bavo here
Pismam here , domam here em biwere
Here . . . . .
Dijmin kete kurdistanê
Kesek nîne li meydanê
Ev dem dema ber dîlanê
Rabe here roja şere
Here . . . . . .
Bi destên me top û tiving
Here rabe bûye dereng
Weke şêr û weke piling
Herin dijmin em biwere
Here . . . . .
Dive welat bê sitandin
Eger bimrin dewlimendin
Serfirazin serbilindin
Dema dijmin derxin dere
Here . . . . . .
Şerme bo te kurê rustem
Wer bimênin mat û sersem
Ji Ehwazê , heta dêrsim
Bigrin ji xwere bigrin xwere
Here . . . . .
Dijmin bi zor ketye welêt
Xwîna millet mij û mêt
Êrîş bikin wek ar û pêt
Geh dibere , geh disere
Here . . . . .
Roja cengê tev jin û mêr
Pêşve herin piling û şêr
Welêt bigrin ji dest neyêr
Çûyîn heye , bê vegere
Here , here , here , here
Law here , keko here ez bitere . . . . .
Xwe kar bikin ji bo şer
Bi ser çiyan ketim ez karê mine bez û rev
Cî nine têde rûnim , ne bi roj û ne bi şev
Cihê bav û kale min bi xwîna min bûye sor
Dijmin îro têde ye , dibêjî min tu derkev
Bûye sîh sal dinalim , birîndar û perîşan
Hê ji nûve birînê , qemûşk girt û giha hev
Berî bibim birîndar , xwedî dost û mirov bûm
Lê îro mame tenha , ez bê ziman û bê dev
Zivistane nikarim , bi dijmin re bikim şer
Pûk û berfê dagirtin , gelî , derbend , û bendav
Vaye bihar bi xêr tê , xwe kar bikin ji bo şer
Êrîş bikin neyaran , weke mêran hemî – tev
Kurdistan
Kurdistanê , Kurdistan
Bexçê gula , derdê dila
Îro maye bin destan
Kurdistana bilindî
Hemi bajar û gundî
Heçî kesê te bxwazî divê canê xwe bderdî
Kurdisatnê , Kurdistan
Bexç gula derdê dila
Îro maye bin desta
Kurdistana pir xoşî
Xweş dicle û nêrdoşî
Namûs di serê wî nîne
Ê te erzan bifroşî
Kurdistanê , Kurdistan
Bexçê gula , derdê dila
Îro maye bin destan
Kurdistana hilmiştî
Ji zêr û gewher miştî
Em li ber dergevan
Dijmin têde rûniştî
Kurdistanê , Kurdistan
Bexçê gula , derdê dila
Îro maye bin destan
Miştî ji petrol û zêr
Dijmin dixun xêr û bêr
Rûniştî textê kohreş
Li ser taca erdeşêr
Kurdistanê , Kurdistan
Bexçê gula , derdê dila
Îro maye bin destan
Kurdistana pir zengîn
şax û baxên te rengîn
ne ez tenê lê tev kurd
ji derdên te cigerxwîn
Kurdistanê , Kurdistan
Bexçê gula , derdê dila
Îro maye bin destan .
Xortno rabin herin ceng
Xortno rabin herin ceng
Li her der û cî û şop
Bi dest me top û tiving
Hawîr bikin qope qop
Wek mêran bikin deng
Bigrin : kel û şax û kop
Weke şêr û wek piling
Xortno rabin herin ceng
Roja cengê em şêrin lawên guhderz û rustem
Kurdên navdar û mêrin kurên salar û deysem
Serê dijmin bihêrin emê çêkin çax û dem
Weke şêr û wek piling
Xortno rabin herin ceng
Em girnas û ser bilind kurê kurd û mîdîya
Hînî cengê bone rind em şervanê serê çiya
Em dê bigrin şar û gund birc û lat û gelîya
Weke şêr û wek piling
Xortno rabin herin ceng
Îro cenga welate weke şêran de rabin
Azadî û felate hemi dost û bira bin
Şoreş û kêferate bi tektîk û bi ra bin
Weke şêr û wek piling
Xortno rabin herin ceng
Dive em tev bibin yek weke şêran herin şer
Bilîlênin çav belek dijmin bişkê bidin ser
Xemlandî bin em bi çek pêşve herin li her der
Weke şêr û wek piling
Xortno rabin herin ceng
Roja cengê vaye tê em tev jêre li Karin
Dijmin derxin ji welêt ger em bimrin li Karin
Lê bibarin ar û pêt dem nêzîke dikarin
Weke şêr û wek piling
Xortno rabin herin ceng
Leşker bikin sed hezar dive nebî rawestan
Welat bigrin em bi dar ala me bête hildan
Bimrî bişkî koledar bijî kurd û Kurdistan
Weke şêr û wek piling
Xortno rabin herin ceng
Naxwazin bindestî
Kurdin serbilindin , naxwazin bindestî
Em azadî xwazin , divên tim serbestî
Îdî em hestan
Nîne rawestian
Xencer bi destan
Divên kurdi9stan
Kurdistana me ye , lê bindestê dijmin
Bi roz û rêzanî , dive ko em derxin
Êrîşe êrîş
Ey gelê kurdan
Dive em bigrin
Bizor Kurdistan
Gelek xoş û rinde pake serbilinde
Tev bajar û gunde , gelek dewlemende
Dijmin pê da ser
Divên herin şer
Bizor derxin der
Bigrin Kurdistan
Kurd şêre lê dijmin zencîr li mil pecan
Gernas û mêrxase , lê teng bûye meydan
Zencîr ba bişkên
Derkevin meydan
Bigrin em tola
Kurd û Kurdistan
Millet ji dijmin meztire
Em bi ser dijmin de wek pêt û birûskan birjin
Ger çi em dê bêne kuştin , wî digel xwe bikujin
Rê û derbendan li ber bigrin , wekî hewr û mijin
Em kurên kurd ser bilindin pêşve êrîş ey bira
Zanîbe , bawer bike millet ji dijmin meztire
Wer bikin lê bibne leşker dar û ber , lat û devî
Care nine serşikestî rev dest wî nakevî
Miletê kurd dê ji pare mêr û jin tev pey kevî
Em kurên kurd . . . . .
Sûnd û peyman bî li ser me em ji vê rê nagerin
can fidane , em di vê rê , nayê bîra me mirin
ala rengî wek pilngan pêşve rakin hilgirin
Em kurên kurd . . . . .
em di sînga wî de carek xenceran kalan bikin
wî çilom talan kirin , em jî wî wer talan bikin
ser şikestî perçe , perçe em li wî halan bikin
Em kurên kurd . . . . .
Em bi ser de hilweşênin , kozik û sênc û çeper
Şerpeze , rê nine paşve bazbidî , em bidne ser
Serbilind vegerin , li her der , ala rengî kesk û zer
Em kurên kurd . . . . .
Em welat bigrin bi carek dar di destê me kevî
Dewlemend û serbilind bin , zû li darxin wekhevî
Her kesek serbest bijî , dil xweş di nav de rakevin
Em kurên kurd . . . . .
Rî dibî bost ? dijmin nabî dost
Dibî ko rî bibî bost
Dijmin tu car nabî dost
Sed salî ser bidî post
Tim dil reş û bê bave ew
Her çende pişt nerme neyar
Gava te bigrî rengê mar
Carek li ser ser bête xwar
Jehra reş û zehrave ew
Diran ji hev , bi dev kenî
Şêr bêjî berxê :- ez benî
Xap û fenê pîs û genî
Lê berx çizanî rave ew
Ê kê bî ev xweşreng welat
Ev gund û bajar û kelat
Ev dicle û zab û ferat
Qase tijî dihave ew
Kurdê kurê lor û meda
Bigrî ji vir ta serheda
Tev mane bindest û geda
Wek parsekê bê nave ew
Ev çerx û dolabên dinê
Vê ger û û çûn û hatinê
Bala xwe win çê nadinê
Geh şêvreş û geh tave ew
Welatê min
Welatê min bihişte kanîya zêr
Belê şêr têde birçîne gurin têr
Kurên guhderz û rustem lê perîşan
Di bin destên neyaran têne ber kêr
Nezanî û nexwendin em birin paş
Ji dexsa yek ji wan carek nebû şêr
Ji dijmin re bi carek dost û bindest
Ji hev re pehlewan û şerker û mêr
Di bênin xelk di ser hewran ve çûne
Niha jî hê newêrin bêne bajêr
Hemî millet bi berjor ve di bazin
Tenê kurdan bi korî dane serjêr
di destê dijminan tang û firokan
hemi dinya ji cengê re li Karin
tenê beyhûd mane em xwedî xêr
eva rî bûye bost û tirk nebûn dost
ji bîr naçîn , ne gorn û ne serê mêr
belê tarîxê va roja me anî
bi hev re ser bilind rabin bidin dêr
binêrin xwendevan çawan bilindin
li alîkî me mizgeft û yekî dêr
Leşker im
Leşkerim şerkerim
Hawîr di gerim
Başok û bazim
Hawîr di bazim
Di bin desta de
Naxwazim razim
Leşkerim azadî xwazim
Dixwazim bijîm ez wek mirova
Naxwazim bijîm wek hirç û hova
Wekî miletan wekî dewletan
Xwedî nijadim xwedî zimanim
Bi ax û qadim bernadim bernadim
Qada xwe bernadim
Leşkerim wek bazim
Azadî xwazim
Leşkerê kurdim gernas û merdim
Naxwazim carek qada xwe berdim
Bi top û tifing ketim ser çiya
Nav gul û giya dar û devîya
Êrîşan dibim neyar û dijmin
Ji bo doza xwe xwe didim kuştin
Leşkerim wek bazim
azadî xwazim
Bermayê madim kurê ferhadim
Ne kolê tirk û firs û bexdadim
Kurê mîtanim xwedî binyadim
Kurdistana xwe carek bernadim
Kardoxim kurdim ekradim
Leşkerim bazim azadî xwazim
Sorim wek agir agirê pir gur
Tev tenê kuştin jin û hûr û gir
Ji bo konemrim ez dibim leşker
Bi qîr û halan şêr û dilawer
Bi bîr û bawer dil xweş diçim şer
Leşkerim bazim azadî xwazim
Naxwazim bijîm bin dare neyar
Dijminê xwînxwar hirç û hov û har
Rengê gurê har bi jehr û dijwar
Hov û bê mijî tenê min di kujî
Hestî şikestin xwîana me rijî
Leşkerim bazim azadî xwazim
Kurê zegrosim mêr û şervanim
Xwedî serdar û part û rêzanim
Birûsk û hewr û qîr û tevanim
Şewat û kuştin ceng û talanim
Ez şer naxwazim doza xwe dixwazim
Leşkerim bazim azadî xwazim
Millet bibî yek dest bavêjî çek
Bibim ser dijmin êrîşên mezin
Em wan bi dizin wek pez û bizin
Wan rê nezana bixin zindana
Leşkerim bazim
azadî xwazim
Mela Rabe
Xwenda û zanayê welêt
Ta key di xewda bî , mela ?
Hawîr dixan û ar û pêt
Ma raste tim wabî , mela ?
Millet seranser maye jar
Kola û bin destê neyar
Her dem dikî qîr û hawar
Carek şiyar nabî , mela
Tu rêberê kurdin reben
Ma nabênî zicîr û ben ?
Dimrin li çolan bê kefen
Dîsa tu ranabî mela
Ji dest me çn ferman û dar
Ka xwendegeh û xwendewar
Birçî û tazî rengê mar
Tim çav li destabî , mela
Gava ko dezgeh hîn bibî
Qey gawir û bê dî dibî
Yan rengê rûs û çîn dibî
Hişyar û zanabî , mela
Dijmin bi xwendin bûne mêr
Hawîr xwe parast rengê şêr
Peyda kirin wî mal û zêr
Lew zor li wî nabin , mela
Zû hîn bibe top û tifing
Li ser çiyan bi qîr û deng
Bi dijmin re bike tu ceng
Hê nû tu seyda bî , mela
Xwe çenke bajarên mezin
Win kar bikin hezar û hin
Bawer bike carek ji min
Tê jîr û hosta bî mela
Binêr kelemper , ba dibî
Çuklî ji ber li ba dibî
Lê dar bi jor ve radibî
Divêt ku zana bî , mela
Her dem bere bayê bihar
Bi qîr û fîzfîz û hewar
Ser jêre xwar nakî zenar
Qet care lê nabî , mela
Millet ku şer dikin hemi
Ê qels serî dişkê timî
Bê tang û bê top û gemî
Nabî xwe azakî , mela
Vaye terektor hate kar
Cotar ji hev kir tar û mar
Carek ji xew nabî şiyar
Cotê me ê ga bî , mela
Nizanim ez nizanim
Xeyda ji min xyidye
Rû sor û pir cemidye
Li ser wê ez di kalim
Wekû bilbil di nalim
Tenê dibê nizanim
Nizanim ez , nizanim ez , nizanim . . . . .
Dibê : dûrî min here
Te yek diye ji xwe re
Ez û tu bûne dijmin
Îdî bes were cem min
Tenê dibê nizanim
Nizanim ez , nizanim ez , nizanim . . . . .
Min go : bêje kiye ev
Li ser dibêm roj û şev
Go : min çi jêye heyran
Win pîroz bin jib o hev
Tenê dibê nizanim
Nizanim ez , nizanim ez , nizanim . . . . .
Min go : botîye
Go : na
Min go : torîye
Go : na
Min go : sûrîye
Go : na
Min gon : lorîye
Go : na
Tenê dibê nizanim
Nizanim ez , nizanim ez , nizanim . . . . . .
Keça kê ye ?
Nizanim
Ji şamê ye ?
Nizanim
Ji bexdê ye ?
Nizanim
Ji hindê ye ?
Nizanim
Tenê dibê nizanim
Nizanim ez , nizanim ez , nizanim . . . . . .
Min go : rewşê ye ?
Go : na
Min go : eyşê ye ?
Go : na
Min go : fatê ye ?
Go na
Min go : xatê ye
Go : na
Tenê dibê nizanim
Nizanim ez , nizanim ez , nizanim . . . . . .
Min sûnd xwarî bi xwedê
Lê wê bawer ne kir pê
Serê bav û serê dê
Lê wê bawer nekir jê
Tenê dibê nizanim
Nizanim ez , nizanim ez , nizanim . . . . . .
Ne tewrat û ne incîl
Ne furqan û evista
Min sûnd bi van teva xwar
Lê ji payê nehat xwar
Tenê dibê nizanim
Nizanim ez , nizanim ez , nizanim . . . . . .
Go : şêrîna pir delal
Here niha were mal
Ma min çi jêye heyran
Pêre bike tû seyran
Tenê dibê nizanim
Nizanim ez , nizanim ez , nizanim . . . . . .
Min go : tu rast dibêjî
Tê navê wê bi bêjî
Ji te pêve me sûnd xwar
Ez bi kes re nebûm yar
Tenê dibê nizanim
Nizanim ez , nizanim ez , nizanim . . . . . .
Go : yeke poz bilinde
Gelek delal û rinde
Bê xwedî û xwedane
Navê wê kurdistane
Me go : raste dizanim
Dizanim ez , dizanim ez , dizanim . . . . . .
Tu tim li ser dibêjî
Pir rondikan dirêjî
Wê zor daye birînê
Çav sor bûye ji xwînê
Min go : qurban dizanim
Dizanim ez , dizanim ez , dizanim . . . . . .
Bezîme herdû lêvan
Me dest birin du sêvan
Min go : raste bi qurban
Tiwî tiwî kurdistan
Ji te pêve nizanim
Nizanimez , nizanim ez , nizanim
Ji te pêve nine kes ne faris û ne çerkes
Ji tevan dil giranim
Ji te pêve nizanim
Nizanim ez
Nizanim ez , nizanim ez , nizanim
Min ew da ber mile xwe
Min pê xweş kir dilê xwe
Bi qurbana te seyda
Navê te kirye xeyda
Dizanim ez
Dizanim ez , dizanim ez , dizanim . . . . . .
Partî me
Welat hezar salin beyar
Di nav de wer bê tînim ez
Hemî pûş û pelaxe lê
Pir başe ko hê şînim ez
Dijmin disê xet lê kişand
Jehra dubendî lê reşand
Xwîna dilê min mijand
Ev çende pê şêrînim ez
Karê wî ye tim roj û şev
Naçare em berdane hev
Karê me bû bazdan û rev
Xweş zanibe dûrbînim ez
Heta nebin xwenda û jîr
Bê rêber û bê destegîr
Bê partî û rêz û wezîr
Lê ji tere mizgînim ez
Tu guh mede sewal û pez
Hêjane çi ev dar û rez
Destê xwe bidne hev bi bez
Pir dewlet û zengînim ez
Partîme rêça serxwbûn
Jêre bidin mal û hebûn
Bendê di lingên we vebûn
Hêj nûber û bengînim ez
Destên xwe tev em bidne hev
Welatperest bin,ne bi dev
Xebat bikin em roj û şev
Wek kawîs û gurgînim ez
Win guh medin ê dil nexwaz
Wan hove wek hirç û beraz
Yan roviyên pir hîlebaz
Pey wan de tim qêrînim ez
Ez tim dikim qîr û hewar
Gazî dikim kurdên xewar
Carek li min dijmin siwar
Lê hespê bê dezgînim ez
Carek ko ez lota bidim
Dîsa di nav xorta bidim
Gazî bikim forta bidim
Hirmîn û pir gurmînim ez
Partîme rêzanê te me
Pispor û pêzanê te me
Hozanê xêzanê te me
Neb tenê tim rotînim ez
Gavên xwe hawîr radidim
Hasin bi nermî badidim
Arzan dibim , biha didim
Keyxesriwê şêrînim ez
Bîst sal dibêjim eşkera
Dest bidne hevdî wek bira
Lê dîn çi zanin van dira
Lew gawir û bê denim ez
Peymana Bexda
Peymana bexda ya çewt û xwar nadirist
Zû peqî ew peyman çavên we zû derxist
Ereb , kurd tev gernas tev leşker tev iraq
Dane bin lingên xwe ew peyman ew tifaq
Şikandin koledar şikandin koledar
Dil bi tirs ser bi xwîn perîşan birîndar
Di civin di Kevin bi paşve direvin
Haştîxwaz serfiraz mêrane peykevin
Bi ser de kumişîn tev kozik tev çeper
Ser bi reş ji qenal ji iraq çûne der
Li her der direvin weke hirç weke gur
Haştîxwaz peykevin geh li vir geh li wir
Gernasan diz girtin serbilind weke şêr
Tif dikin riwê wî riwê diz jin û mêr
Vî şêrê rojhilat rekeh zû perçe kir
Koledar zû şikest direvî weke gur
Çavên wî wek pereng pencên wî tev mirin
Damarên dilê vî gurê har kun kirin
Gurê har birîndar li her der direvî
Herî ku wê şêrek ser mezin peykevî
Rê vekir jib o me payedar şêr cemal
Şikandin li siwês derxistin ji qenal
Gernasan çirandin çi peyman , tifaq
Hilweşîn kozikên koledar li iraq
Rencberên koledar perçiqîn li bin pê
Hin kuştin lê ên dî roja wan vaye tê
Perda reş nikarî riwê wan veşêrî riwê wan
silve ji bo we
bavê aras
ÇáãÕÏÑ: ÑæÌ ÇÝÇ ÇÑÊ | Rojava ArtCegerxwîn Kîme EZ 2 cegerxwîn ez kîme




ÑÏ ãÚ ÇÞÊÈÇÓ



ÇáãÝÖáÇÊ