Evîn û hêvî
Luqman ibrahîm
Gotinê min mirin
Li ser lêvên sar
Nerînê min vemirîn
Ji hêsra..
Gava te barkir yar û..
Ez û şevê bûn heval
Te ji minre hiştin
Riyên dirêj û bîranîn û
Hêviyên winda û
Gelek birîn û
Xewnên şiyar
Bîranînê min
Mîna pêlê derya
Min dibin û tînin
Nerînê minî windayî
Di nav riyên xwar
şevê kirasê xwe
Berda ser jiyana min
Ewra winda kir
Hêviyên minî bê sûc û
Di sînga min de
Hiştin axînê min
المصدر: روج افا ارت | Rojava ArtEvîn û hêvî evîn hêvî




.gif)
.gif)
رد مع اقتباس



المفضلات