Roj hemî dûmane
Leylane li ber çavên bê ronî
Dîlan û qîr û zare zar
Şeveqa bê hêvî
Lorîkên bê şîr
Kezeba sincirandî
Dilê peritandî
Agirê dijwar
Xwîna tar
Dibare û difûre
Birîna kûr
Min hişyar dike
Hêstirên gorna bê kefen
Tariye roj û şev
Hawar û nale nal
Dengê zarokên bê zar
Dengê bê guhdar
Avdare kulîlkên zer
Newroze şînî û gulên sor
Qêrîna qad û azman
Li hev dizîvire
Kî şiyar dimîne
Kî xembar dimîne
Azmanê miştî dûman
Cehdeyên renge sor
Dîwarên bê deng
Qelenê xwînê dimîne
Sal û roj li hev tê der
Dijmin dimîne dijmin
Jiyan xwe nû jendike
Buhar berdewam dibe
Helebçe dimîne nîşan
Bilûr dike fîxan
Yek dest û yek peyiv
Bo dayika niştiman
Birîna hemî kurdan
Helebçe ……..?
16.03.2008
.........
Dildar Ismailالمصدر: روج افا ارت | Rojava ArtHelebçe helebce




رد مع اقتباس



المفضلات