Kanî Bavê Min?
by Ezîz Xemcivîn on Saturday, 02 October 2010 at 12:19
Bîranîna pakrewanên Kurdistanê,
yên kujtara 01.02.2004an
Diyarî Şehîd Şewket Şêx Yezdîn û hevalên wî…
Kurê pakrewan Şewket Şêx Yezdîn pirs ji dayika xwe kir, gotê:
Bavê min got dê biçim û hêj paşê e’ydaniyê dê bidim we, belê çû û nezîvirî
Min jî ev e li ser navê xwe li roja 19.02.2004 nivîsî…
Zarok:
Dadê kanî Bavê min,
bo çî nehate nik min,
e’ydanî nedaye min?
Cejna min pîroz kir,
çavê min maçî kir,
lê nezîvirî dilê min xweş nekir!?
Dayik:
Zarokê min ey çavciwan,
bavê te digel çend hevalan,
bûye qurban,
da av bidin warê Kurdan,
navê wan çû di dîrokan,
giyanê pak çû bo asman,
paçên pîroz yên laşên wan,
dibine gul li buharan...
Zarok:
Tu bo çî rondikan dirêjî,
xem û kulan didarêjî?
bi Bavê min dike û dibêjî ,
hevalên wî û xelkên din jî..
Ev e cejna qurbanî ye,
lê hest dikim wek tazî ye..
Stranên zarokan,
awazên pepûkan,
dilîliyên dayikan,
hewarî ye, girî ye,
nalî ye erê dadê çi qewimî ye?
Dayik:
Zarokê delal li me bibûrin,
dijminên Kurdan zehf û zor in,
derbên wana core û cor in,
xwînmij in û leşxur in
tîrorist li nik wana azadî ye
birîna asmanan dîmukrasî ye
Xwedêperestin kufrî ye,
Nehêlana kêf û xweşiyan serbestî ye
Birrîna seran pir xweşî ye...
Heyva Kurd
Duhok
19.02.2004
Ev nivîs ya heval û xuşka hêja H. K
المصدر: روج افا ارت | Rojava ArtKanî Bavê Min? bave eziz xemcivin kanî min




رد مع اقتباس



المفضلات